Temen û Miqatebûn

Tundûtûjîya nav malê hema wisa bandorê li kesen extiyar û ên ku hewcedarê miqatebûna ji xizman in, dike.

Tuntûtûjî di extiyarbûnê da

Tundûtûjiya derûnî, leşî, darayî û zayendî jî di pêwendiya navbera kesên temendirêj da diqewime. Ji bo têkilîdanîna digel şêwirmend ti wextî dereng nîne. Navenda şêwirînê zanyarî û piştevaniyê raber dike.

Giring: Di esas da pispor ti karekî bêyî rezamendiya kesê/a têkildar bi cih nayîne. Ev biryar dide ku qonaxên din çi ne.

Binpêkirina sînoran di miqatebûnê da

Kesên ku ji ber temen, nexweşî yan astengdariyê hewcetî bi alîkariyê hene, pirrî caran tûşî binpêkirina sînoran ji aliyê endamên miqateder ên malbatê dibin. Girêdayîbûnên cûrbicûr, tecrîd, berevaniya sînordar û daxwazên zêdebarî dibine sebeb belavbûna tevgerên hêrişkerane. Piştevanî ji beşên pirpor di peydakirina rêkarê da.

Piştevanî di pevçûn û şidetê da

Kesên zirardîtî dikarin ji cihên cûrbicûr alîkariyê wergirin. Kesên nêzikî qurbanîyan jî dikarin ji van ofîsan rawêjkariyê wergirin. Nihênî û belaş