Mafê şênîbûnê

Sitandina şîreta kesîn girîng e! Li nûnertîya desteka qurbanîyan axaftina bi hin kesan re (Opferhilfe) tu car nabe sebebê jidestçûyîna mafê şênîbûnê. Dan û sitandin veşartî ye. Nûnertîya desteka qurbanîyan (Opferhilfe) ji tu kesekî re tiştek nabêje.

Eger ji ber sebebê tundîya navmalbatî cihê bûbe mafê şênîbûnê

Eger kesek li Swîsrayê li ser hîmê zewacê dimîne û rastî tundîya navmalbatî bê, ev kes li gora rewşê, piştî devjihevberdanê jî dikare li Swîsrayê bimîne. Her rewş cihê ye. Sebebê çavlêgerandina şîretê ji ber vê yekê giring e.

Navenda desteka şîretkarîya bi qurbanîyan re (Opferhilfe-Beratungsstelle) dikare alîkarîyê pêşkêş bike. Pisporek ji qurbanîyî re behsa gavên wan ên pêş ên rewşa qanûnî û destekê dike. Şîretkarî miftîbelaş e û veşartî ye. Wergêrekî devkî mumkine.

Bibelgekirina tundîyê

Hebûna delîlê tundîyê giring e. Wek nimûne: fotografên birîndarîyan, gefxwarina di WhatsApp û Facebookê de yan dîmenên ekranên tacîzan. Delîl divên li cîhekî ewle bên veşartin. Wek nimûne, li xanîyê hevalekîyan li cîhê karkirinê.

Ji bilî van jî ji bûyerên tundîyê haydarkirina kesên der û dorê jî dê baş be. Wek nimûne, kesekî ji koma hevalan, ji cîhê karkirinê, ji cîranan yan ji xwandingehê.