Ji bo qurbanîyan şîretkarî û parastin

Çendîn nûnertîyên destekkirina qurbanîyên tundîya navmalbatî – bi piranî veşartî ne û miftîbelaş in. Kesên li dora qurbanîyan jî herweha dikarin alîkarî bistînin.

Di lezgînîyê de

Di lezgînîyê de: Haya polîsî pê bixe (têl. 112).

Jin û zarok li sitargeha jinan dikarin bên parastin. Bi şev û bi roj pisporek bersiva tora alîkarîyê AppElle! dide (têl. 031 533 03 03)

Jimarên lezgînîyê yên bêtir hatine lîstekirin li vê derê ne.

Şîretkarîya ji Beşa Desteka Qurbanîyî (Opferhilfe)

Navendên şîretkarîya desteka qurbanîyî (Opferhilfe-Beratungsstellen) şîretan li kesên rastî tundîya navmalbatî tên dike û zanîyarîyê dide wan. Ev alîkarî miftîbelaş e. Qurbanî dikarin gavên pêştir bi pisporî re bi hev re pîlan bikin.

Karkir bi veşarîbûnê tevdigerin. Maneya vê ew e ku nayê hiştin ku haya tu kesî ji dan û sitandinan hebe. Heta ne polîs jî