Alîkarî li vê derê heye

Di tundîya navmalbatî de sitandina alîkarîyê giring e! Çendîn dezgeh zanîyarîyê, şîretê û destekê pêşkêş dikin. Ev xizmet gelekê caran veşartî ne, pirê caran miftîbelaş in û eger bivê, tevlî wergêrekî pêşkêş dibin. Ji bo van deveran alîkarî heye.

Di lezgînîyê de

  • Polîs 112 / Ambûlans: 144
  • Sitargehên jinan: AppElle! ‎(24/7 tora germ), 031 533 03 03
  • Jora lezgînîyê ya nexweşxaneyê: Bêyî randevûyê li jora lezgînîyê ji bo birîndarîyan dermankirin heye
  • Lezgînîya psîkîyatrîk: Li gora deverê lîsta cîhên têkilikîrinê li vê derê ye www.psy.ch

Bêtir zanyarîya alîkarîya lezgînîyan li vê derê ye.

Şîretkarîya ji jinan û zarokan re

Veşartî û miftîbelaş. Wergêrekî devkî mumkine.

Şîretkarîya ji bo her kesî

Veşartî û miftîbelaş. Wergêrekî devkî mumkine.

Zarok û kesên xort

Zarok û kesên şort ên rewşa wan a malbatê ne baş e dikarin bi roj û bi şev bi Pro Juventute-ê re biaxifin. Bi têlefonê, çetê, peyama nivîskî yan bi emaîlê.

  • Pro Juventute: Şîretkarîya veşartî û miftîbelaş 24/7, têl. 147, www.147.ch (DE | FR)

Eger gumana destdirêjîya zarokan heya 16 salan tê kirin, koma parastina zarokan a Nexweşxaneya Unîversîteyê (Inselspital) şîretan li zarokî, xwedîkiran û pisporan dike.

Desteka leşsaxîyê û lexsaxîya dadgehî

Lezgînîya Bajêr (City Notfall) a li Bernê li ser birîndarîyên piştî tundîya fizîkî û berhevkirina delîlan bûye pispor. Lêpirsîn veşartî ne. Bi tenê eger qurbanî vê yekê bixwaze haya polîsî pê tê xistin. Kesên li cîhên din dermankirina leşsaxîyê li ser wan pêk tê divên ji diktorî bixwazin ew nîşanên tundîyê bibelge bike.

  • Ji bo qurbanîyên tundîyê xala têkilîkirinê ya leşsaxîyê: Lezgînîya Bajêr (City Notfall) Bern, 031 326 20 00, Schanzenstrasse 4a, 3008 Bern, www.citynotfall.ch/de/postparc-bern (DE)‎
  • Li nirxandina diktorekî malbatî yan li lezgînîya nexweşxaneya herî nêz

Tundîya cinsî

Xalên din ên têkilîkirinê

Sîteya webê ya Navenda Destwerdanê ya Bernê ya li dijî Tundîya Navmalbatî (Berner Interventionsstelle gegen Häusliche Gewalt) nûnertîyên din ên karibin alîkarîyê bikin bi rê û zê dike. Wek nimûne, ji bo pirsên li ser koçberîyê, şîretkarîya kurman, alîkarîya qanûnî yan şîretkarîya ji bo rewşên malbatî yên zehmet (lîst bi Elmanî û Fransizî ye).