Ez dikarim ji ku derê alîkarîyê bibînim?
Bernameya Hînkarîya dijberîya Tundîya Navmalbatî ya bernê (Berner Lernprogramm gegen Häusliche Gewalt) hînî mirovan dike ew nakokîyan bêyî tundîyê biçare bikin. Bername ji bo mezinan e. Wergêrekî devkî mumkine. Rûniştina pêşîn miftîbelaş e.
Her kesekî bivê zûzûka bi hinan re biaxife dikare bi Destê Alîkarîyê (Dargebotene Hand) re bi têlefonê, peyama nivîskî, çetê yan emaîlê têkilî bike. Tim û tim hin kes li wê derê ne. Bi şev jî. Bêyî dayîna navî (bi awayê tevahî) dibe bi wan re têkilî bê kirin.
Beşa tundîyê ya pisporbûyî (Fachstelle Gewalt) herweha li ser tundîyê şîretan dike.