Tundîya cinsî

Êrîşên cinsî di hevjînîyê û di nav malê de jî rû didin. Tundîya cinsî awayekî tundîya navmalbatî ye. Ew dikare ji polîsî re bê raportkirin. Digel ku qurbanî nexwaze ji polîsî re wê yekê raport bike jî piştî êrîşê sitandina nirxandina leşsaxîyê giring e.

Alîkarîya leşsaxîyê

Nexweşxaneya Unîversîteya Bernê (Inselspital Bern) qurbanîyan bi awayekî veşartî derman dike.

  • Diktor ji tu kesî re tiştekî nabêje.
  • Her tundî tê bibelgekirin. Delîl 15 sal tên veşartin.
  • Belge dikarin dû re bên dayîn polîsî. Ev delîlê giring e.
  • Diktor dikare bi xizmetên desteka qurbanîyan (Opferhilfe) re hevtêkilî bike.

Di nava tundîyê û lêpirsînê de

  • Qurbanî divên serê xwe – û heta destên xwe jî neşon.
  • Eger mumkin be, qurbanî divên neçin tiwalêtê jî.
  • Qurbanî divên cil û kincên xwe ji bo nirxandinê bi xwe re bînin (neşûştî).

Şîretkarîya qanûnî û ya psîkologîk

Navendên desteka şîretkarîya qurbanîyan (Opferhilfe-Beratungsstellen) dikarin desteka qanûnî û ya psîklogîk bidin. Ew bersivên gelek pirsan dizanin. Destek li vê derê heye.

Ji polîsî re raport bike

Polîs di raportên qurbanîbûna cinsî de xwedantecrîbe ye. Dan û sitandin ji alî kesekî ji heman cinsî ve tên pêkanîn. Gilî, dikare li navenda polîsan bê kirin. Kesekî pêbawer yan pisporekî ji nûnertîya desteka qurbanîyan (Opferhilfe) dikare tevlî were.

Li derveyê saetên karkirinê, yek dikare bi têlefonkirina ji 112ê re xwe bigihîne polês. Jin jî dikarin peyamê daynin vê derê. Jineke polîs a peywirdar dê zûzûka li peyamê vegere.

  • Polîsê kantonê ji bo jinan têlefona têkilîkirinê: 031 332 77 77 (mekîneya bersivdayînê)