Tacîz

Tacîz awayekî tundîyê ye û pirr bi stres e. Axaftina li ser vê mijarê û sitandina şîretan giring e.

Tacîz çi ye?

Tacîz, bi awayekî pirr çavdêrîya kesekî, têkilîkirina pê re, bidûketina yekî yan aciskirina yekî ye. Ev, bêyî xwastina kesê bidûketî tê kirin. Yên vê yekê dikin bi piranî kesên nasên qurbanîyî ne (partnerên kevn) lê dibin biyanî bin jî.

Wek nimûne: şandina çendîn peyamên nivîskî, emaîlan û peyamên din, li cîhê karî yan li malê çavdêrîya bi awayekî veşartî, tacîza bi têlefonê, diyarên nexwastî û ji der û dora kesekî xwastina zanîyarîyê.

Tacîz dikare li ser qurbanîyî tesîra fizîkî û psîkologîk bike.

Bibelgekirina tundîyê

Karîna îsbatkirina bûyera tacîzê giring e. Wek nimûne, qurbanî dikarin rojaneyeke tevgerên tacîzên kesîn bigirin (wek nimûne diyarî, not, axaftinên têlefonan), qurbanî dikarin mirovên li der û dora xwe (cîran, heval yan patronek) jê haydar bikin û dîmenên/fotografên ekranan ên peyamekî (WhatsApp, Facebook filan) bikişînin.

Gerîna li destekê

Navenda desteka şîretkarîya qurbanîyî (Opferhilfe-Beratungsstelle) dikare destekê peyder bike. Pisporek dikare di gavên wan ên pêş de rewşa qanûnî zelal bike û destekê bide wan.

Kesên ji bajarê Bernê dikarin bi Beşa Tundî û Tacîza Navmalbatî re têkilî bikin (Fachstelle Häusliche Gewalt und Stalking)