Tundîya navmalbatî çi ye?

Tundîya navmalbatî, tundîya di malbatê yan hevjînîyê de ye. Ew ji alî fizîkî û hestî ve birîndar dike. Awayên cuda yên tundîya navmalbatî hene. Tundîya navmalbatî li Swîsrayê qedexekirî ye.

Tundîya navmalbatî çi ye?

Tundîya navmalbatî, tundîya di malbatê yan hevjînîyê de ye: Di nava kesên zewicandî yan kesên bi hev re bûne de. Ew navên her bi hev re bijîn. Tundîya di nava dêûbavan û zarokan yan di nava birayan/xwişkan de jî tundîya navmalbatî ye.

Tundîya navmalbatî dibe bibe sebebê nexweşînên hişî û yên psîkosomatîk. Tundîya navmalbatî leşsaxî û bipêşveçûna civatî ya zarokan jî diavêje xeterê.

Kî tesîr dibînin?

Her kesek dikare ji tundîya navmalbatî tesîrdîtî be: kesên ciwan û pîr, kesên xwedî yan ne xwedîyên paseporta Swîsrayê, malbatên dewlemend yan ên xizan. Li Swîsrayê di malbatên yan hevjînîyên xwe de gelek kes jana tundîyê dikişînin. Sitandina alîkarîyê ji qurbanîyan re gelek girîng e.

Awayên cûrbicûr

Gelek awayên cuda yên tundîya navmalbatî hene – tundîya fizîkî, psîkologîk, zayendî yan aborî. Gelekê caran awayên cuda yên tundîyê di yek carê de peyda dibin.

Wek nimûne: her tim piçûkxistin, qedexakirina temasê, zîndanîkirin, davdan, kontrolkirin, bi zorê bi yekî pêdankirina seksê, ji destî sitandina pere, li yekî qedexekirina hînbûna zimanî û îhmalkirina zarokan. Gefxwarin jî herweha tundîyên navmalbatî ne.

Tundîya navmalbatî qedexekirî ye

Tundîya navmalbatî qedexekirî ye. Dê doz lê bê vekirin. Eger haya polîsî ji tundîya navmalbatî hebe, kesê rastî tundîyê tê nexwaze jî ew mecbûr e lê bipirse.