Zewaca bi zorê û kêrkirina jinê (sinet)

Zewaca bi zorê û kêrkirina jinê (sinet) li Swîsrayê qedexekirî ne. Digel dezgehên pisporbûyî navendên desteka şîretkarîya qurbanîyan (Opferhilfe-Beratungsstellen) jî destekê didin.

Zewaca bi zorê çi ye?

Eger kesek bi zora malbata xwe û bêyî xwastina xwe bi yekî/yeka din re bizewice ev wek zewaca bi zorê bi nav dibe. Zewac dikare betalbûyê bê diyarkirin. Mirov herweha di bijartina dewamkirin yan devjihevberdana zewacê de serbest in. Eger kesek bêyî xwastina xwe zewacekê dewam bike ev jî wek zewaca bi zorê bi nav dibe.

Nimûneyên kirina bi zorê ev in: gef, şantaj, zexta psîkologîk yan tundîya fizîkî.

Zewacên bi zorê li Swîsrayê qedexekirî ne.

Alîkarî

Beşa pisporê neteweyî 'zwangsheirat.ch' ji qurbanîyan û profesyonelan re şîretkarîya veşartî miftîbelaş peyder dike: tora alîkarîyê bi rêya 0800 800 007 yan emaîla info@zwangsheirat.ch

Kêrkirina jinê (sinet) çi ye?

Di kêrkirina jinê (sinetê) de derveyê rehma pîrekê tê kêrkirin. Awa û pêkanînên wê yên cuda hene. Zarokên qîzî yên sinetkirî û jin gelekê caran ji ber encamên leşsaxîyê û psîkologîk ên sinetê bijan in.

Kêrkirina pîrekê (sinet) qedexekirî ye. Dêûbav herweha eger li derveyê Swîsrayê jî kêrkirina (sinetkirina) zarokên xwe bi rê bixin jî doz li wan bê vekirin.

Alîkarî

Tora li dijî Kêrkirina Rehma Pîrekê (Netzwerk gegen Mädchenbeschneidung) zanîyarîyê pêşkêş dike û bi kesên kilîl re têkilî dike. Carîtas Swîsra ji malbatên qurbanî dre xizmeta şîretkarîya miftîbelaş û veşartî pêşkêş dike. 042 419 23 55 / beratung@maedchenbeschneidung.ch

Navendên şîretkarîya desteka qurbanîyî (Opferhilfe-Beratungsstellen) jî dikare destekê pêşkêş bike.

Qaçaxa mirovan çi ye?

Di qaçaxkirina mirov da, kesek bi awayekî taybet tê wergirtin, azadiya wî tê sînordarkirin û dikeve ber keysbazî û neçêbikaranînê.

Hin nimûneyên neçêbikaranînê ev in:

  • Neçêbikaranîna cinsî, wek mînak leşfiroşiya neçarî
  • Neçêbikaranîna karî û neçarkirin bo karkirin di şert û mercên ne-însanî da, wek mînak li malê, miqatebûn, cotkarî, avakirin an jî xizmetkirina li mêvanan
  • Neçarkirin bo pêkanîna kiryarên sûcê û karên din weke dizî, parsekî yan pêşkêşkirina organê bedenê

Jin, mêr, salmezin û zarok dikarin bibin goriyên qaçaxkirina mirovan. Pirraniya goriyan di esas da ji welatekî din in. Ew bi soz û qirarên derew ber bi Swîsê va dihêne kişandin. Qaşo "Kurên evîndar" jî jinên ciwan digihînin vê baweriyê ku evîndar in û wan dinazînin. Piştra ew bi awayekî sîstematîk jinên ciwan girêdayî dikin, wan dixin tecrîdê û wan neçar bi pêkanîna kiryarên cinsî yan sûcê dikin. Bêyî liberçavgirtina vêya mijar li Swîsê qanûnî yan neqanûnî ye, wan mafê xwe yê şêwirîn û piştevaniyê hene.

Alîkarî

Rêveberiya Qaçax Jinan û Koçberiya Jinan nasyar bi FIZê di warê qaçaxa mirovan da pispor e. Navenda pispor piştevaniya giştalî û mala parastî raberî kesên ziyandîtî dike - bêyî berçavgirtina vêya ku kesên ziyandîtî digel rayedaran hevkarî dikin an na. Jin, mêr û kesên trens dikarin rawêjkariyê wergirin: 044 436 90 00 / WhatsApp 076 596 15 63 / contact@fiz-info.ch

Navendên şêwirînê yên piştevaniya ji qurbanîyan jî alîkarî didin. Şêwirîn nihênî û belaş in. Derfeta wergerê heye.

Ji bo ragihandina bo polîs: Telefona 112 an jî qereqol